Xelkê Rojhilatê Kurdistanê û herwisa xwediyên nanvaxaneyan ji rewşa nan û ard nerazî ne û her yek ji wan ji rewşa heyî gazinde ne.
Nan ku xwarina bingehîn a xelkê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ye di wan çend salên dawiyê de rastî pirsgêrên micid wekî daketina kalîte, bilindbûna nirxa nan û ard û herwisa bilindbûna nirxa berhemanîna ard û patina nan hatine û xelk ji wê rewşê nerazî ne û herwisa xwediyên nanvaxaneyan ragihandine ku bi sedema daketina kalîteya ard û bilinbûna nirxa ard nikarin nanê erzantir û bi kalîteya baştir berhem bînin.
Herwisa bas ji bikarhatina “Bilankît” anku “cewhera qendê” bo sipîkirina rengê nan û madeya “cûş ê şîrîn” di patina nan de hatiye kirin ku karlêkeriyên nerênî li ser laşê mirovan hene û dibin bi sedema nexweşiya şêrpencê.
Berpirsê sendîkaya navvaxaneyên parêzgeha Kirmaşanê di wê derheqê de gotiye: “Daxwazên xelkê rewa ne lê pirsgirêk li yasayan de heye ku dibe bêne serastkirin û beşa nanvaxaneyan bê guherîn”.
Bazara reş a ard, nedana ardê hewce û bi wec bo nanvaxaneyan, bilindbûna nirxa berhemanîna ard û nan, nebûna çavedêrî li ser ard û nan û nanvaxaneyan, gendelî, guhnedan û neşiyana berpirsên pêwendîdar bo çareserkirina pirsgirêkên ard û nan, rewşa wê xwarina bingehîn a xelkê aloz kiriye.