Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelk xwe ji berpirsên rejêmê bi dûr digrin

11:37 - 18 Adar 2022

Cihgirê Parêzgarê Luristan “Behram Setarî” gotiye: “Divê em dûrkevtina xelkê ji berpirsan çareser bikin” ew gotin bi awayekî rohn dide xuya ku “xelkê parêzgeha Luristanê xwe ji berpirsan bi dûr digrin”.

Cihgirê Parêzgarê Lurdistan “Behram Setarî” tevî îtirafkirin bi vê ku xelk ji berpirsên rejîmê bi dûr kevtine, ew dûrkevtin xistiye stuyê berpirsên berê yên parêzgehê û gotiye ku “divê berpirs hewlê bidin wê jidûrkevtinê çareser bikin û xwe nêzî xelkê bikin.”

Herwisa navbirî îtiraf kiriye ku berpirs divê bo her pirsgirêkekê bernameyek hebe û eger karek bo xelkê kir xelkê bi deyndarê xwe nezane.

Ew gotinên berpirsê rejîmê di halekê de ye ku berpirsên rejîmê bervajiyê wan gotinan, bo çareserkirina pirsgirêkên xelkê ti bernameyek tinînin û pirsgirêkên xelkê piştguh diavêjin û herwisa bi gendelî û reftarên neşiyaw, bûne sedem ku xelk ti baweriyek wan bi rejîm û berpirsên rejîmê re tinebe.

Di halekê de ku xelk bi sedema hejarî û nebûna derfeta kar nikarin nanê şevê dabîn bikin, lê berpirsên rejîmê li jiyanek xweş û bi dewlemendî û xweşbijîviyek zêde dijîn û roj bi roj hejarî û pirsgirêk zêdetir û dijwartir pêsîra xelkê digire.