Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê 1700 gundan di parêzgeha Xurasana Başûr de gundê xwe berdane

12:56 - 21 Hezîran 2020

Xelkê 1700 gund yên di parêzgeha Xurasana başûr de, bi hegere tinebûna derfeta jiyanê di wan gundan de, bi neçarî gundê xwe bi cih hiştine.

Ragihandinên rejîma Îranê amareke serast ya wan gundên ku ji aliyê xelkê ve hatine bi cih hiştîne belav nake, rewşa jiyana xelkê di rewşekê de ye ku, betalî, tinebûna îmkanatên jiyanê, tinebûna ava hewce bo vexwarin û werzêriyê, piştguhavêtina pirsgirêkên wan ji aliyê berpirsên rejîmê ve û tevî wan hemû pirsgirêkan, zilm û îşkence û kutana wî xelkî ji aliyê karbidestên rejîmê ve, derfeta man di piraniya gundan de nehiştiye.

Li ser wê mijarê, nûnerê Elî Xamineyî di parêzgeha Xurasana başûr de gotiye: “Hindek ji xelkê gundan ava vexwarinê tinîn û êdî ti hêviyek bona man di gundan de nemaye”.

Di meha Befranbar a sala 1398`an de, Cihgirê Wezîrê “Te`avon, kar û Rifah a Ictima`î” baskiribû ku ji 6 hezar gundên parêzgeha Xûzistanê, 2 hezar gund ji xelkê vala bûye û xelkê ew gund bi cih hiştine.

herwisa di meha Rezber a sala 1398`an de Wezareta “Te`avon, kar û Rifah a Ictima`î” di raporeke xwe de baskiribû ku di Îranê de, 35 hezar gund ji aliyê xelkê wan gundan ve hatine bi cihhiştinê û niha kes di wan gundan de nemaye.