Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê 5 gundên bajarê Helîlan a Îlamê ava hewce tinînin

14:08 - 13 Hezîran 2020

Berpirsên rejîma Îranê di parêzgeha Îlamê de, ti karek bo terxankirina ava hewce bo 5 gundên Helîlanê nekirine.

Roja Înê, 12`ê Hezîranê, “Berpirsê Av û Avero” yê parêzgeha Îlamê, “Nûrullah Têymûrî” bas kiriye ku pirsgirêka tinebûna ava hewce bo wan gundên ku pirsgirêka avê hene, piştî 4 mehên dinê û hekî xercê wê bê terxankirin dê çareser bikin.

Gundên “Gaw Dol, Midir a Olya, Piyaz Abad, Ban Likan û Guldere” yên bajarê “Helîlan” a girêdayê parêzgeha Îlamê pirsgirêka tinebûna ava hewce bo jiyana xwe ya rojane hene.

Herwisa “Nûrullah Têymûrî” bas kiriye ku di wan çend rojên bê de, dê ser mijara pirsgirêka tunebûna ava hewce bo wan gundan dê lêkolînekê bikin.

Rejîma Îranê bi piştguhavêtina pirsgirêkên xelkê, û çaresernebûna pirsgirêkên bingehîn yên xelkê Îranê, roj bi roj jiyana wan ya hejarane dijwartir dike û rejîma Îranê bi cihê terxankirina bûdceya hewce bo wî xelkî, pereyê xelkê bona piştevanî û bihêzkirina girûpên terorîstî û birêvebirina siyasetên xwe yên çewt terxan dike.