Di 10emîn roja hiloşîna avahiya Metropolê de, berpirsên rejîma Îranê bi qutkirina hêlên înternet, elekterîk û daxistina dukan û bazaran, li şeqemên bajêr de rewşek wisa lidarxistiye ku, xelkê ew rewş weke rewşa awarte binav kiriye.
Daketina lezgîniya hêla înternetê, qutbûna elekterîkê ya cihên nêzî bûyerê û herwisa daxistina dukan û bazaran, behsa birê ve çûna rewşa awarteya tevaw dikin.
Li êvariya roja Şemiyê virda ew rewş li ser wî bajarî de hatiye sepandin û li roja Çarşemiyê virda ew rewş bi çend qatan tûndtir bûye.
Berpirsên rejîma Îranê bi qutkirina elekterîk û hêlên înternetê, hewl didin ku, rê ji belavbûna nûçeyên bûyer û pêşhatan bigrin.
Rojnamevanê xelkê Abadanê yê rûniştiyê welatê Almaniyayê, “Seîd Hafizî” behsa vê yekê kiriye ku, 4 hezar çekdarên rejîmê li nav bajarê Abadanê hatine rêkxistinkirin da ku rê ji xwenîşandan û nerazîbûnan bigrin.
Hêzên rejîmê di nav bajêr de ji tirsa nerazîbûnan û kombûna xelkê, heta îmkan hebe hewla ji kombûnên 2 kesî û 3 kesî jî rêgirî bikin û bi giştî hatinûçûn hatiye qedexekirin.