Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê bajarê Bokanê pirsgirêka bê aviyê hene

17:16 - 2 Îlon 2021

Pêka nûçeya gihîştî bi malpera “Kurdistanmedia”ê, piraniya taxên bajarê Bokanê rastî pirsgirêka bê aviyê hatine û piraniya taxan li demjimêrên rojê de av tinînin û bi tenê ji demjimêr 12ê  şevê ve bo çend demjimêran av hene.

Xelkê çendîn caran serdana navendên girêdayî wekî Fermandarî û îdareya Avê kirine lê bilî sozên çewt ti pêngavek bo çareserkirina vê pirsgirêkê hilnegirtine.

Berpirs bo kêmaviyê hêcetan tînin lê bajarê Bokanê bendav heye û pirsgirêka kêmiya avê tinîne. Xelk sedema bingehîn a kêmaviya wî bajarî, bi xemsariya berpirsan dizanin.

Xelkê bajarê Bokanê gotine: “Eger di wê mehê de pirsgirêka wan neyê çareserkirin, ber deriyê Fermandariyê dê kombûneke nerizayetiyê lidar bixin.