Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê bajarê Melekşa rastî pirsgirêka ava vexwarinê hatine

17:36 - 10 Hezîran 2021

Xelkê bajarê “Melekşa” yê girêdayê parêzgeha Îramê, heyamê 8 salan e ku pirsgirêka ava vexwarinê hebûne û heta niha jî nehatiye çareserkirin.

Tevî vê yekê ku bajarê “melekşa” bi tenê çend kîlometran ji bendava “Çem Gerdelan” dûr e lê, xelkê wî bajarî ava paqij bona vexwarinê tinînin .

Bajarê “Melekşa”yê sîstema boriyên ava vexwarinê hene lê ew av bona vexwarinê nabin û xelk neçarin ji çavkaniyên sirûştî ava vexwarina xwe dabîn bikin.

Welatiyan gotine ku her demê ku me daxwaz ji karbidestên pêwendîdar kiriye ku pirsgirêka ava me çareser bikin, em rastî qewl û sozên çewt hatine.