Xelkê bajarê Sinê bona rêzgirtin ji riha şehîdên jîngeparêz , şehîdan “Yasîn Kerîmî, Bîlal Emînî û Muxtar Xendanî” devra hevdu kom bûn û rêvresmek li darxistin.
Êvariya roja Duşemiyê li ser Sêşemiyê 30 ê Hezîrana 2020 an, komek Kur û Keçên welatparêz û pêşeng, li bajarê “Sinê” bi meqseda rêz girtin ji Şehîdên parastina jîngeha Kurdistanê, di nava yêk ji Parkên bajar kom bun û merasimek pêkanîn.
Hun şevitîn , daku nîştiman neşevite, ev diruşma herî jêhatî bu ku di vê merasima rêzgirtina ji wan şehîdan li ser postêra Wêneya wan hatibû nivisîn.
Wan xortan bi hildana wêne û postêrên Pêşmergên parastina jîngehê, û bi hilkirina Mom û şemalan, û bi xwandina Sirûda Netewiye Ey Reqîb, rêz ji riha şehîdan girtin û ked û fidakariya wan cangoriyan bi bîr anîn.
Roja Şemiyê 3 Jîngeparêzên Kurdistanê bi navên “Yasîn Kerîmî, Bîlal Emînî û Muxtar Xendanî” di dema temirandina Agir li Çiyayên Pawê, Şehîd bûn.