
Kurdistanmedia: Xelkê bajarê Urmiyê bi hegera bilindbûna nirxên hewcehiyên şeva “Yelda”yê, nikarîn piraniya wan hewcehiyan bikirin û ji rewşa heyî nerazîne.
Hinek ji hevwelatiyên xelkê bajarê Urmiyê ku digel ragihandinên girêdayê rejîmê ve, hevpeyvîn kirine, bas dikin ku, wekî berê nikarîn tiştan bikirin û hindek ji wan jî gotine ku, êdî, badem, goz, nuk, helaw, mêlaq û şivtî, li ser sifreya şeva “Yelda”yê, nayêne dîtin.
Dikandarek ku kakil-mewûj (Acîl)`an difiroş e bas ji kêmbûna kirîna wan core xwarinan dike û gotiye: “Bi sedema lawazbûna aboriya xelkê, êdî xelk nikar e hewcehiyên şeva Yeldayê bikirin û bi cihê wan, pifek û çîpsan dikirin”.
Bi wî awayî bi tenê xelkê dewlemend dikarin wan hewcehiyan bikirin, lê piraniya xelkê hejar û heya hinek ji qata nêvencî jî nikarin bi wan nirxên bilind hemû hewcehiyên şeva yeldayê bikirin.
Şeva yelda yekek ji cejnên xelkê Îran û Kurdistanê ye ku wekî rêûresmekî çandî, her sal di nav malan de tê pîrozkirin, bi taybetî bo gelê Kurd ku di wê şeva pîroz de, di sala 1930`an de, rêberê gelê Kurd, Şehîd “Dr. Qasimlo” di bajarê urmiyê de ji dayîk bûye.