Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê çendîn gundan li dijî bajarvaniya Şinoyê nerizayetiyên xwe nîşan dan

17:29 - 19 Çirriya paşîn 2020

Biryar bû ku bajarvaniya rejîmê li bajarê “Şino”yê, bi hevkariya bajarvaniya “Nelos”ê  cihekê li nêz gundê “Dêgurcê” bo zibil û paşmaweyan diyarî bikin.

Bajarvanê rejîma Îranê li Şino, “Farûq Rencber”, dixwaze ziblê bajarê “Şino”yê bo çiyayên “Dêgurcê” li nêz bajarê “Nelos”ê veguhaze.

Ew cihê diyarîkirî li nêz gundê “Dêgurcê”, zeviyên çandinî yên werzêrên xelkê gundên “Sofiyan, Dû Av û Nelos”ê ne û ew karê bajarvaniya “Şino”yê bo werzêran û ajeldarên wan gundan pirsgirêk afirandiye.

Bajarvaniya rejîm û îdareyên din yên rejîmê îdia dikin ku ew cihê ku bo zibil hatiye diyarîkirin, çêrîngeh e û milkê ti kesî nîne.

Piştî biryara wan 2 bajarvaniyên rejîma Îranê, xelkê wan gundan nerizayetiyên xwe nîşan dane û rêgirî ji karê wan 2 bajarvaniyan kirine.

Ziblên bajarê Şino li nêz gundê “Girkaşan”ê tê avêtin, lê welatiyan baskirine ku êdî cih bo ziblan nemaye, lewma ew cih hatiye diyarîkirin.

Berê xelkê “Girkaşan”ê derheq avêtina zibil li nêz wî gundî, nerizayetiyên xwe nîşan dabûn.