
Rêyên devera Mirgewer heyameke zêdeye ku xirab bûne û tevî nestandardbûnê tejî kendal in û niha aliyên pêwendîdar bersiva xelkê nedin lewma xelkê wê deverê neçar in xwebexşane û qasa şiyana xwe wê pirisgirêkê çareser bikin.
Rêyên devera Mirgewer di rewşek xirab dene û ev pirsgirêke demek dirêj e ku berdewam e lê niha bi sedema kêşana boriyên gazê bo wê deverê rewşa rêyan gelek xirabtir bûye, tevî ku xelkê wê deverê çendîn caran daxwaz ji îdareya rêya wê deverê kirine ku wê pirsgirêkê çareser bikin lê ti bersivek bi wan nehatiye dan, lewma xelkê devera Mirgewer bi hevkariya hev û xwebexşane beşek ji rêyên deverê nûjen kirine
Herwisa hatiye ragihandin ku xelkê Mirgewer bi taybet xelkê gundên “Bawa û Dizê” rêya nevbera gundên “Dizê û Bawa” ku zêdetir ji 4 kîmotran e bi perê xwe ku nêzî 100 miliyon Tumen bûye nûjen kirine.
Rewşa kolanên gundê “Dizêya Mirgewere” jî piştî kêşana boriyên gazê, gundên devera Mirgewer hêj ji şewata “Neftê” mifahê werdigirin û niha jî ku demsala sir û seqemêyê û rewşa rê û kolanên wan di rewşeke xirab de ne û bi sedema xirabiya rêyan maşîna şewatê jî nekarine nefta xelkê dabeş bikin.