
Li gor vîdiyoyên ku hatiye belavkirin, xelkê devera “Saral” bi alîkariya xelkên deverên din û herwisa xêrxwazan, di hewayek sar de û li navbera du bajarên Dîwandere û Merîwanê mijûlê çêkirina rêya 15 KM ne.
Welatiyek di wê vîdiyoyê de bas vê yek dike ku heyama çend salan e daxwazkar in ji rejîma Îranê ku wê rêyê çê bikin, lê heya niha ti karek bo wan nehatiye kirin.
Ew welatiye bas vê yek dike ku serdana cihê pêwendîdar ên dewletî kiriye û wan hemû demê daxwazên xelkê pişt guh xistine, lewma ti çareseriyek bo wan nemaye û xelkê deverê bixwe dest bi kar bûne.
Rejîma Îranê ti girîngiyek bi xizmetguzariya rêyên Kurdistanê nade û rêyên Kurdistanê bi “rêyên mirinê” têne nasîn û her sal dehan û sedan welatî dibine qurbanî.