Piştî mehekê ji erdheja Endîkayê li parêzgeha Xûzistanê hêj ti alîkariyeke bi wec bo wan nehatiye kirin û di sir û sermayê de dijîn û heta hewcehiyên wan ên xwarin û paqijiyê jî nehatine dabînkirin.
Mehekê berî niha û Di heyama 5 rojan de 5 erdhej ên bi hêz di Endîkaya Xûzistanê de hatine tomarkirin ku ya herî bi hêz 5.7 Rîxter bûye û pêka amarên rejîmê 130 gundên bajarê Endîkayê rastî xisarên micid hatine û zêdetir ji 500 Milyard Tumen xisar pêketiye û jiyan li wê devera 80 hezar kesî de gelek dijwar e.
Xelkê devera Endîkayê bê ti alîkariyekê di rewşeke dijwar de dijîn û piraniya xelkê bajar û parêzgehên din jî bi sedema hejariyê şiyana alîkarîdana hewce bo wan tinîne û rejîma Îranê heta niha ti alîkariyek bo wan nekiriye û ti pêngavek bo çareserkirina pirsgirêkên wan hilnegirtiye.
Piştî mehekê û bo birêvebirina şanoya rejîmê, Serkomarê Îranê, “Îbrahîm Reîsî” ê “Dadwerê Mirinê” serdana vê deverê kiriye û bo xeletandina hizra giştî guh li gotinên xelkê girtiye lê di rastiyê de ew serdanên “Dadwerê Mirinê” bo parêzgehan bilî şanoyê ti wateyeke din tinîne û Spaha Pasdaran a terorîst jî bi dana çend petûyan şanoyeke din bi rê ve biribûn.
Pêka amara Rojnameya “IRNA”a rejîma Îranê, %38 xelkê Îranê ragihandine ku serdanên parêzgehî ên “Îbrahîm Reîsî” bo wan girîng nine û li pey nûçeyên wê nakevin û %36 xelkê ragihandine ku serdana “Reîsî” ti pirsgirêkeke xelkê çareser nake û %44 xelkê jî ragihandine ku ti hêviyek bi destûrên “Reîsî” û cîbicîbûna wan tinîn.