Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê gundê Bedilbo xwenîşandana nerizayetî lidar xistin

16:30 - 24 Çirriya pêşîn 2020

Xelkê gundê “Bedilbo” di derdora bajarê Urmiyê li ser kiryarên berpirsên parka “Îlim û Senet” a zanîngeha Urmiyê bo guherîna rêya wî gundî bertek nîşan dan û xwenîşandana nerizayetiyê lidar xistin.

Roja Înê, xelkê gundê “Bedilbo” li derdora bajarê Urmiyê xwenîşandaneke nerizayetiyê lidar xistin, pêka gotina xelkê wî gundî berpirsên “Parka Îlim û Senet” a zanîngeha Urmiyê, rêka wî gundî daxistine û rêyeke din ku ji astengeke bilind re derbas dibe bo xelkê hiştine ku ti ewlehiya wê rêyê tinîne û xelk li ser wê kiryara berpirsên “Parka Îlim û Senet” a zanîngeha Urmiyê, xwenîşandana nerizayetiyê lidar xistin.

Xelkê wî gundî amade nînin ku bi ti awayekî rêya gundê xwe biguherin û rû li parêzgarê Urmiyê girte vidiyoyek belav kirine û dane xuya ku berpirsên zanîngehê bi sedema bêdengî û xemsariya Parêzgarê Urmiyê bi awayê neyasayî dixwazin mafê xekê binpê bikin û rêyê ji wan bistînin û gef ji Parêzgar xwarine ku hekî pirsgirêk neyê çareserkirin dê yasayên xweparastin ji Koronayê binpê bikin û di hember ofîsa Parêzgariya Urmiyê de, xwenîşandana nerizayetiyê lidar bixin.