Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê gundê Dêleder a Koronalêdayî ya devera Enzelê rastî bê aviyekî micid hatiye

18:25 - 17 Îlon 2020

Xelkê gundê “Dêleder” a devera “Enzel” a girêdayê bajarê Urmiyê, çend heftiye ku rastî bê aviyekî micid hatine û xelkê wî gundî ku di rewşa sor a koronayê de ne, di rewşeke dijwar de dijîn.

Xelkê gundê “Dêleder” li devera “Enzel” a girêdayê Urmiyê, ku di rewşa sor a Koronayê de ne, rastî bêaviyekî micid hatine û rejîmê bi tenê tankêreke avê bi wî gundî re şandiye ku xelk bona vexwarin û karên navmalê bikar tînin, ava kaniyan û ava di nav gelî de jî bi paşmavên laşên terşan û pîsahiyên wan levitîne.

Nifûsa 658 kesî ya wî gundî tevî metirsiya tûşbûn bi vîrûsa kornayê, rastî nexwşiyên metirsîdar yên bikaranina wan avên gemar hatine ku bi neçarî ve ew avên gemar bikar anîne.

Xelkê wî gundî, zêdetir ji çend heftiyan e ku çav li rêya berpirsên rejîma Îranê bûne ku pirsgirêka avê çareser bikin, lê heya niha rejîma Îranê ti karek bo wan nekiriye û pirsgirêka wan piştguh avêtine.

Xelkê gundê “Dêleder”ê bi piranî ajeldar in û dahateke wisa tinînin û bi sedema bikaranîna avên gemar tûşî çendîn nexweşiyan bûne.