Li gundê Memkana ser bi devera Mirgewera girêdayî bajarê Urmiyê gundiyan li ser mezaxta xwe kolanên gund qîr dikin.
Pêka nûçeyên gihîştinî bi malpera Kurdistanmedia yê, ji ber guhnedan û cudahîdanînên navendên rejîmê yên peywendîdar, welatiyên gundê Memkanê ji ber xerabbûna kolanên gund û gemara paşmayên malan, neçar man li ser mezaxta xwe kolanên gund qîr bikin.
Ji ber barîna baranan û rabûna lehiyan, hatinçûnkirin di rê û kolanên gundê Memkana ser devera Mirgerwerê de gelek dijwar bibû û berprisên rejîmê yên peywendîdar ji ber cudahîdanîn û xemsariyan, xizmetguzariyên gund, pişt guh xitine û niha xelk neçar mane bixwe û li ser mezaxta xwe wan xizmetguxariyan encam dibin.
Rejîma Îranê hemû serwet û dahata dewletê bona piştevanîkirin ji girûpên terorîstî yên xwe yên li welatên deverê de bona tevilîhevkirina rewşa ewlehiya deverê mezaxte dike û xelkê Îranê jî di bin givaşên jiyanê de diqîrin.
Mixabin ji ber bilindbûna nirxan û dijwarbûna derbasiya xelkê Îranê, û guhnedan û cudahîdanînên rejîma Îranê, dijwariya derbasiya xelkê Îranê bitaybet xelkê bajar û deverên Kurdistanê çend hember bûye.