
Xelkê gundê “Nê”yê bi sedema wê yekê ku îdareya Ava Merîwanê ava bîrên wî gundî bi rêya boriyan bo nav bajar vediguhaze, nerizayetiya xwe nîşan dane.
Pêka zaniyariyan, xelkê gundê “Nê”yê bîrên ava gundê xwe zewt kirine û îznê nadin ku êdî ava wan bîrên avê bê hilincandin.
Ev bîrên avê li deştên gundê “Nê”yê de hatine lêdan lê xelkê gundê “Nê”yê ava vexwarinê tinînin.
Xelkê biryar daye ku heta pirsgirêk neyê çareserkirin dest ji kombûnê û xwenîşandana nerizayetî bernadin.