
Kurdistanmedia: Bi sedema sîmkişandina nizim li ser banên malên xelkê gundê “Şarezor” ji aliyê îdareya Berqê ve, xelkê wî gundî nerizayetiyên xwe nîşandan.
Pêka rapora ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, di gundê “Şarezor”a girêdayê bajarê “Mihabad”ê de, îdareya berq a wî bajarî sîmên berqê li astekî nizim ji ser banên malan re rakêşane û bûye sedem ku xelkê wî gundî nerazayetiyên xwe nîşan bidin.
Welatiyên wî gundî bas dikin ku: Ew sîmên berqê metirsî li ser xelkê heye û renge bûyerên cergbir jî li pey xwe hebe.
Rakêşana sîmên berqê di wê gundê de, standara hewce nehatiye berçav giritin û ew jî dibe metirsî ji ser canê xelkê wî gundî.
Nerazitiya xelkên wî gundî bi îdareya berqê re, heya niha bê bersiv maye.
Gundê “Şarezor”, di devera “Xelîfan” a girêdayê bajarê “Mihabad”ê ye.