Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê gundê “Siwêrû”yê bi kom bo Îtilatatê hatine banghêjkirin

12:58 - 25 Adar 2022

Banghêjkirina xelkê Rojhilatê Kurdistanê bo navendên ewlehî berdewam e û rejîma Îranê beşdarbûyên rêûresmên Newrozê bi kom banghêjî navendên ewlehî dike û lêpirsînê ji wan dike.

Piştî birêveçûna bi şan a rêûresma Newrozê ji aliyê xelkê gundê “Siwêrû”yê girêdayê bajarê Baneyê ve, Îdareya Îtila`ata wî bajarî xelkê gundê “Siwêrû”yê bi kom bo wê îdareyê gazîkirine û tevî lêpirsînê, daxwaz ji wan kirine ku tevahiya wêne û girte vîdiyoyên wê rêûresmê radestî wê navenda ewlehî bikin.

Herwisa Îdareya Îtila`ata bajarê Baneyê hewl daye ku navê kesên ku kincên Kurdî liberxwe kirine, bizanin û givaş xistine ser xelkê banghêjkirî ku navê wan kesan eşkere bikin.

Rejîma Îranê bi berdewamî rêgirî ji birêveçûna wan rêûresmên Newrozê kiriye ku ji aliyê xelkê ve hatine lidarxistin lê di tevahiya hewlên xwe de şikest xwariye û bi banghêjkirina bi kom a xelkê, dixwaze givaşek zêdetir li ser xelkê Rojhilatê Kurdistanê bîne ku wan rêûresman bi rê ve nebin.

Herwisa di çendîn gund û bajarên Rojhilatê Kurdistanê de, bi sedema beşdariya xelkê di rêûresmên Newrozê de xelk bi tak û bi kom bo binkeyên Ewlehî hatine banghêjkirin.

Tevî ku xelkê Gundê “Siwêrû”yê li jêr givaş û gefên îtila`ata bajarê Baneyê de ye, wan hêzên ewlehî nekarine îradeya xelkê lawaz bikin û wan ji rê derxînin.