Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê gundê Taçînavê dibin givaşên îtila`atê dene

12:07 - 10 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Fermandariya bajarê Şinoyê bi sedema komkirina alîkariyên mirovî bo xelkê zirar berketî yên bajarê Luristanê gefan ji hevwelatiyên wî bajarî dixwe.

 Li gorî raporên belavbûyî, li gundê Taçînavê ya girêdayî bajarê Şinoyê hevwelatî benda berpirs û îdareyên hawarhatinê yên rejîmê neman û bixwe bi awayekî xwebexş alîkariyên mirovî bo xelkê zirar berketî yên bajarê Luristanê kom kirine.

her di vê pêwendiyê de jî, Fermandariya bajarê Şinoyê, ji hevwelatiyên wî gundê Taçînavê re ragehandiye ku hekî dawî bi van çalakiyên xwe neyînin wê digel hêzên îtila`atê rûbirûbin.

Çalakvananên medenî bi sebeba givaşên hêzên îtila`atê tevahiya ev pere û alîkariyên ku bo xelkê zirar berketî yên Luristanê kom kiribûn dubare ev radestî xelkê kirin.

Berpirsên rejîmê , ji aliyekî, hişdariyan didin xelkê  ku, nabe bixwe alîkariyan kombikin û ji aliyekî din ve jî ji xelkê xwastine da ku alîkariyan kombikin û van radestî navendên pêwendîdar yên rejîmê bikin lê, ev rastiya bo xelkê Îranê eşkere bûye ku rejîm van alîkariyan bo berjewendiyên xwe bi kar tîne.