Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê gundekî ser bi Bokanê jehrawî bûne

12:00 - 9 Kanûna pêşîn 2020

Dehan kes ji xelkê gundê Îngîca ser bi bajarê Bokanê, jehrawî “ Mesmûm” bûne tendirustiya wan xirabe.

Çend rojekan berî niha, dehan kes ji xelkê gundê Îngîcê girêdayî bi bajarê Bokanê, bi sedema ne xuya, halê wan xirab bûye û hundir û hinavê wan rastî azar û êşê bûne.

Piştî ewê ku serdana navendên tendirustiyê kirine, jehrawî bûna wan hatiye piştrast kirin.

Serokê navenda tendirustiya bokanê îro Çarşem 9 Kanûna pêşîn 2020an ragihand ku, dehan kes ji xelkê Îngîcê serdana nexweşxanan kirine û îsbat bûye ku ew kesane jehrawî bûne.

Serokê tora saxlemiya bajarê Bokanê jî gotiye: “ ew egera heye ku xelkê Îngîcê bi sedema pîs bûna Ava vexwarinê ve jehrawî bibin, her lewma navenda tendirusiya Bokanê, Ava nava menbe`ea wî gundî bona lêkolînê biriye û qirare roja Pêncşemiyê encama wê bête ragihandin.

Xelkê gundê Îngîcê û bi giştî derdora Bonkanê demekî dirêje ku ji dest nebûn û yan kêm bûn û pîsiya ava vexwarinê rastî pirskirêkan hatine.