Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê hebxwe dest kiriye bi tedbîrên xwe parastina ji Korona yê

12:34 - 10 Adar 2020

Bi hegera xemsariya rejîmê, ku amade nebû Bajaran Qerentîne bike, niha xelkê parek ji Bajarên Îran û Kurdistan dest kirine xwe qerentîne kirinê.

Di Bajarên Rojhilatê Kurdistanê wek Xoy, Makû, Selmas, Urmiye, Pîranşehr, Merîwan, Seqiz, Civanro, Îlam, Îslamabad, Abdanan, xelkê pareke zaf ji Bazar û Dukan û cihên giştî dayxistin.

Xelkê wan Bajaran ji çuna bo Dawet, Serxweş, Werziş, Merasimên bi kom, diparêzin.

Li Urmiyê ev cihane bi tewawî hatne daxistin, Hemî Xwaringehên seyrangeha Bendê, Hemî cihên kirîn û firotina Maşînan, Bazara Tanakora yê, Sumun ava, Mîhen ava, Hemî Parkên leyîzê, Bazara destfiroşan ya pişt Mizgevta Ezem.

Xelkê Bajarên Xoy û Selmas û makû û Pîranşehrê jî, daxwaz ji her kesî kirine ku bila rê nedin kesê xeyrî xelkê wan bajan, bête vir.

Xelkê Bajarê Civanroyê jî bi tejî kirina rêka hatûçuyna bajar ji xweliyê bi tewawî rê qut kirine daku kes nekare biçe wî Bajarî.