Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê Îlamê bi sedema nebûna çavedêriya li ser nirxan, rastî pirsgirêkan hatine

11:56 - 3 Tebax 2021

Nirxa hewcehiyan di bazara bajarê Îlamê de her demê diguhere û xelk rastî pirsgirêkên micid hatine û berpirsên peywendîdar, çavedêriyê li ser nirxa hewcehiyan nakin.

Bilindbûna berdewam ya nirxa hewcehiyên xelkê di bazarên bajarê Îlamê de bûye sedem ku welatî nekarin piraniya hewcehiyên xwe yên rojane bikirin û bi taybet nirxa xwarinê heta astekê bilind bûye ku hawara xelkê belengaz bilind bûye ku nikarin êdî xwarinên hewce û girîng bikirin û sifreya xwarina wan roj bi rojê zêdetir biçûk dibe.

Welatiyên xelkê bajarê Îlamê tevî pirsgirêka Korona, bêavî û bêberqiyê, bi sedema nebûna çavedêrî û sozên çewt ên berpirsan, hawara wan bilind bûye û xelkê nizane ku her hewcehiyeke wan demekê din çi nirxek heye û ew bûye pirsgirêkeke micid.

Tevî gotinên çewt ên berpirsan bo çavedêriya li ser nirxa hewcehiyan û nîşandana amarên çewt, bilindbûna nirxan bi awayekî bêserûber berdewam e û xelkê wî bajarî tûşî pirsgirêkan bûne.