Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê Îradê dê rastî birsîmanê bên

12:20 - 12 Îlon 2020

Bilindbûna nirxan bi awayê kontrolnekirî, dê xelkê Îranê rastî birsîman û nexweşiyan bike û karnasan û berhemhênerên xwarinan di wê derheqê de hişdarî dan.

Dahata nêzî sifr û xercê nêvincî yê 7 milyon tumenî bo her malbatekî Îranê di rewşa niha de, jiyanekî herî dijwar bo xelkê Îranê afirandiye, tevî ku rejîm sozên vala bona çareseriya pirsgirêkan dane lê  berhemhêner li ser pêlaa bilindbûna nirxan hişdarî dane û karnasan ragihandiye ku civaka Îranê dê rastî kêmbûna hewcehiyan, xwarina natendurist û nexweşiyên demdirêj bên.

Komîteya Heqdest a Şwraya Bilind a Kar ragihandiye, ku bi berçavgirtina xercên tenduristiyê û xercê nîştecîbûnê, xercê her malbateke Îranê 7 milyon û 500 hezar tumen e.

Nirxên hemû hewcehiyên jiyan û xwarinan di Îranê de bi awayekî lezgîn û bê ti kontrolkirinek dem bi dem bilintir dibe, rejîma Îranê bi caran silogana pêşengiya rawestan di hember bilindbûna nirxan daye, lê di kiryar de, bona dabînkirina perê bîhanî bo hawirdekirina berhemên xwarinê xwe parastiye.

Xelkê Îranê tevî ku dahatekî wiha bo wan nemaye bi paşketa xwe jiyana xwe derbas dikin û ti hivîyek bona jiyanekî baştir tinînin.

Li rewşa niha ya Îranê, birsîtî û xwarina natendurist gefek mezintir ji Korona li ser canê xelkê ye

Encamên krîzên birêveberî, siyaset û deshilat di Îranê de, ti derfetekê bona jiyaneke bi rûmet bo xelkê Îranê nehêlaye.