Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê Îranê agerberdane benêrên Xamineyî, Silmanî, Fexrîzade û Seyad Şîrazî

12:56 - 27 Kanûna pêşîn 2020

Çendîn vîdiyoyên ku di nav torên civakî de hatine belavkirin nîşan didin ku di çend bajarên Îranê de, xelkê agir berdane bi benêrên “Elî Xamineyî, Qasim Silêmanî, Muhsin Fexrîzade û Seyad Şîrazî ” ku nîşana bêzarbûna xelkê Îranê ji rejîmê ye.

Çendîn vîdiyoyên ku di nav torên civakî de hatine belavkirin ku nîşan didin di bajarên “Îsfehan, Hemedan û Dorgeha Kîş”ê de, agir berdane benêrên “Elî Xamineyî, Qasim Silêmanî, Muhsin Fexrîzade û Seyad Şîrazî” û bi vî awayî bêzarî û kerba xwe ji rejîma Îslamî ya Îranê dane xuya.

Siyasetên çewtekarane, xapîner, fitnesaz û kavilkerî yên rejîma Îranê ji tev aliyan bi qasekî karlêkerî û bandor li ser jiyan û hundirê xelkê Îranê daniye ku êdî xelk seha bexteweriyê ji dest daye.

Xwenîşandanên ku bi awayê hovane têne serkutkirin û fetisandinê, ti ji wê rastiyê naguhere ku êdî rejîma Îranê ber bi nemaneke rezîlane ve diçe.

Xwenîşandan û kombûnên nerîzayetî ku her rojê di Îranê de têne lidarxistin, nîşana fetisîna xelkê ji zulim û bêdadiyê ye.

Berpirsên rejîma Îranê tev caran xwestine wan xwenîşandanan bi awayekî ji rê derxînin; Bi çewtekarî, sozên çewt û serkuta hovane, emrê xwe yê gemar dirêjtir bikin.