
Kurdistanmedia: Bi sedema rewşa xirab a aboriya Îranê, niha xelkê Îranê bi awayên pêşkevtî, xazokiyê dikin.
Li gorî raporên belavbûyî, Mistefa Îqlîma Birêveberê Civata Zanistî a Siwêrmendên Civaka Îranê got, zirarên civakî yên wekî bilindbûna nirxan, paremana heqdestê karmend û Kedkaran bûye sedem ku, rewşa civakê tevlîhev bibe û herwisa bûye sedem ku, hevwelatî di torên civakî de jî, xazokiyê bikin.
Wî Civaknasî di berdewamiya axavtina xwe de got, di torên civakî de hin kes bi navê hewcehî bi alîkariyê, bo çareseriyên nesaxên xwe daxwaza pere dikin, û got hevwelatiyên desteng bi wî awayî di torên civakî de xazokiyê dikin.
Herwisa navbirî got, heya bilindûnizmbûna aborî hebe, û destengî û hejarî jî wekî zirarên civakî wê zêde bin, û birêveberên aboriya welat dibe bo paqijya civakê ji arîşeyên wiha rêçarê bibînin, û bo pêşîgirtina li arîşeyên wiha, xelkê şiyana peydakirina tu rêçareyekê tinînin, belkû birêbererên welatin ku dibe bi niyet pakî û zelalî kar bikin da ku, li kirîza aborî derbaz bibin û hekî ne, emê rûbirûyî zirarên civakî yên giran bin, ku roj li pey roj amarên van bilind dibin.
Îqlîma got, niha daxwazkirina alîkarikirinê, tenê li kolan û şeqamên bajaran de nine, belkû ev mijara rojane bi awayên coda û di torên civakî de, bi şandina peyamên wekî dawxazkirina pere, tê encam dan, û çîna karmend û kedkaran şiyana kirîna hewcehiyên xwe ji dest dane, û ev pirsgirêka bûye sedem ku, hevwelatî zêditir ji demên berê hewcehî bi pere hebin.
Ev yekem car nine ku, civaknas û siyasetvan û lêkoler, di vê derheqêde hişdariyan didin, lê berpirsên rejîma gendel, li heyama 40 sal desthilatdariya qirêj a xwe, xelkê Îranê xapandine û tu hewlek bo, pêşkevtin û xweşbêjviya xelkê nedane, roj nine ku gendeliyên berpirsên rejîma Îranê bi amarên bilind eşkere nebin.