Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê Îranê bi sedema hejariyê meywe bi dane dikirin

16:51 - 1 Adar 2022

Berpirsê Yekîtiya Bazara Meywe yê bajarê Tehranê “Mistefa Darayînijad” gotiye: “Şiyana qatên cuda yên civakê bo kirîna meywe bi qasekê kêm bûye ku êdî nikarin meyweyan bi kîlo bikirin û bi tenê qata xweşbijîv û dewlemend bi kîlo meyweyan dikirin”.

Herwisa navbirî got: “Divê berpirs li derheq wê mijarê lêkolînan bikin ku bi çi sedemekê meywe ji xwarina xelkê hatiye rakirin”.

Pêka gotina çalakvanên wê pîşeyê, daxwaza kirîna meyweyan di rewşekê de kêm bûye ku meywe di bazaran de kêm nebûye û di wê rewşê de jî dewlet li jêr navê hevsengkirina bazarê, destêverdan di bazaran de dike û nirxa meyweyan bilindtir kirine ku daketina şiyana kirîna meyweyan bo xelkê li pey xwe aniye.

Bilindbûna bi dom a nirxa xwarinan û nebûna şiyana rejîmê bo çavedêrî û kontrolkirina nirxan, bûne sedem ku bere bere piraniya xwarinan li ser sifreya xelkê nemîne.

Herwisa Encumena Kirîna birinc a Îranê gotiye: “Di beşek ji derveran de xelk birinc bi pîvane dikirin”.