Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê Îranê bo dabînkirina gazê dibe çendîn demjimêran terxan bikin

12:30 - 31 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Li hinek cihên Îranê gaz bi zehmetî dest dikeve û xelkê bajar û deverên cuda bo dabînkirina gaz û tijîkirina kepsoleke gazê, zêdetir ji du demjimêran di dorê de disekinin.

Belavbûna çend kurte vidiyo nîşan dide, ku di parêzgehên Xuzistan û Şîrazê de, xelk neçarin ji bo peyda kirina kepsoleke gazê çendîn demjimêran di dorê de bisekinin.

Nizimbûna pileya germê di wan bajaran de, hewcehiyên xelkê bi kelûpelên germayê zêdetir kiriye û xelk neçarin ji bo parastina xwe ji sirê, di dora dirêj a tijîkirina kepsola gazê de bisekinin.

Piştî heyamê 41 salan bi ser şoreşa gelên Îranê û sozên xûmênî re, ku bas ji belaş kirina av û berqê û herwiha xizmetguzariyên din bo xelkê dikir, hêşta piraniya bajarên Îranê, ji gaza bajar bêparin û bo gerimkirina xwe ji demsalên sar de, dibe ji kepsola gaz, neft û kelûpelên berqî mifahê verbigirin, ku gelek caran jî bûyerên dilêş û qûrbanîbûna hevwelatiyan lê dikeve.