
Di demekê de ku hemî welatên cîhanê cehdê dikin hindî zû Vaksena koronayê bo xelkê welatê xwe dabîn bikin, egera hindê heye xelkê Îranê bi hegera siyaseta dijminkaraneye rejîmê ve, rastî tirajîdiya yekî mirovî bibin.
Roja Înê Elî Xamineyî rêberê rejîmê, di biyarekê de ragîhand ku nabe Vaksena çêkirî ji aliyê Amerîka û Birîtaniya, bête Îranê û bête bikar anîn, zaf aliyan ev biryara Xamineyî bi fitwaya komkujiya xelkê Îranê hesibandin.
Roja Şemiyê 9ê Kanûna Paşîn a 2021an, Rêkxistina lêborîna navnetewî, ew gotin û biryara Xamineyî cihê şermê da zanîn û ragihand ku Elî Xamineyî bi wê biryarê, digel canê bi milyonan xelkê Îranê dileyîze.
Saziya Efuya Navnetewî daxwaz ji deshilatdarên rejîma Îranê kir ku dawiyê bi wan gotin û siyaseta xwe ya cihê şermê bînin û hinde nebne sebebkarê binpêkariya mafê mirov
Rojekê piştî biryara Xamineyî bo nekirîna Vaksena Amerîka û Birîtaniya yî, Hesen Rûhanî serkomarê rejîmê ragîhand: Merce`iê me bi kirîna Vaksena bîhanî, tenê wezareta Tendirustiyê ye.
Hesen Rûhanî bi bê amaje kirin bi biryara Xamineyî, go: Em bi du hindê dene ku bikarin hindî zû Vaksenekî bîhaniye cihê baveriyê bikin û bînin, xelk daxwazkarê dabîn kirin û bikar anîna Vaksenê ye.
Deshilatdarên rejîmê bi çewtekarî û direvan, dixwazin xelkê Îranê bikne qurban û rirajîdiya yekî mezine mirovî biafirînin.