Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê Îranê digel giranî û belengaziyê jiyan dikin

18:07 - 25 Kanûna pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Giranî û hejarî weke du diyarde di civaka Îranê de roj bi roj divegeşin, mûçeya kêm a kedkaran û giranbûna maddên xûrakî û hewcehiyên din yên jiyanê, jiyana xelkê digel kêşeyên micid berbirû kiriye.

Navenda amara Rejîma Îranê, li nûtirîn rapora xwe de ragehandiye: Nirxa kelûpelên xwarin û vexwarinê di Sermaweza îsal de li çav Sermaweza sala derbazbûyî, bi awayekî navincî 52 ji sedê girantir bûye.

Rapora navenda amara rejîmê bas ji wê dike, ku helawsana meha Sermawezê nîşan dide, ku nirxa kelûpel û hewcehiyên xelkê zêdebûneke berçav bi xwe ve dibîne, bi awaiyekî ku li girûpa xwarin û vexwarinê de, bînerê vegeşiyana 1.5 ji sedê li çav meha Xezelwerê û vegeşiyana 9.51 ji sedê derheq Sermaweza sala derbazbûyî de ne.

Guherîna nirxan li Sermaweza îsal de, li çav meha Sermaweza sala derbazbûyî, gelek berçave bûye, bi awayekî ku nirxa mîwe 79.4 ji sedê, nirxa goştê sor û spî 60 ji sedê bilind bûye.

“Mensûr Pûriyan” Berpirsê Şêvra Dabînkirina pez û malat bas ji dabînkirina curên goştê sorê hinardekirî û navxweyî kiriye û ragehandiye: Bi sedema giranbûna nirxa goştê sor, bikaranîna wan maddên xûrakî, ji aliyê beşa kêmdahat a civakê ve, nizimbûneke berçav bi xwe ve dîtiye, nirxa goştê pez û golikan di bazarê de gehiştiye 70 heya 80 hezar Tûmenî.

Ew bilindbûna nirxê di halekê de ye, ku pêka gotinên “Hesen Sadiqî” Cihgirê “Xanûya Kedkaran”, 76 ji sedê ji kedkaran, mûçe werdigirin û kedkar hem wekî kesên xwedî kar û hem jî weke xanenişînkirî bi lawaztirîn qata civakî tê hejmarkirin.