Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê Îranê digel nebûn û bilinbûna nirxa dermanan rûbirûne

13:23 - 27 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: Wezîrê Tendrûstiyê yê Îranê ji meclisa rejîmê daxwazkir, da ku arîşeya kêmbûn û buhabûna dermanan çareser bikin.

Hesen Qazîzade Wezîrê Tendrûstiyê yê rejîma Îranê  derheq kêbûna dermanan di Îranê de pêdagîrî kir ku, bilindbûna nirxa dermanên azad digel aboriya nesaxan rêknakevin, û  herwisa derheq kirîna dermanan di bazara Nasr Xusroyê de jî hişdarî da ku, wir rêkeftên sexte li ser dermanan didin, û got ku dewlet dibe fikra kêmbûndermanan û  zêdebûna nirxa dermana  di Îranê de bike.

Herwisa wî wezîrê rejîmê eşkere jî kir ku,  hekî zehmeta kesên ku di wî warî de kar dikin neba niha em digel astengiyên micid di warê dabînkirina dermanan de rûbirû bibûn çimkû, ev 12 mehin ev  kesane heqdestê xwe wernegirtine, û tenê ev bi sebeba dilsozî û neteweyîbûna xwe heya niha karê xwe berdewamkirine.

Qazîzade ev yeka jî zêde kir ku, pisgirêka me tenê aboriya welat e, û hûn dibe aboriya Dermanan çê bikin, çimkû bilindbûna nirxên dermanan  bûye sedem  ku dabînkirina madeyan di Pîşeya dermanan de, çend hemberbûna nirxan, em rastî pirsgirêkên micid kirine.

Herwisa navbirî got, hekî dewlet aboriya dermanan çê bike û siyasetên derve jî bilind binrxîne derfet wê çê bibin û bank jî wê alîkariyê bidin me.

Banka Parsiyan ku mezintirîn navenda  malî ya Îranê bo derheq kirîna  derman, lê niha ev jî di nav rêzbenda wan çar bankane de ye ku, ketine bin dorpêçên  nû yên Wezareta Xezînedariya Amerîkayê.

 Her di vê pêwendiyê de jî  navbirî got ku, hin kesên berjewendîxwaz bi  bêşermiya bê sînor, di bazara Nasirxusrowyê de, rêkeftên sexte bo heyama salekê bo dermana çê dikin û van ji hevwelatiyan re difroşin.

Hêjayê basê ye ku, werigera dorpêçên aborî  yên Amerîkayê  yên li dijî rejîma Îslamî ya Îranê,  jî di kêmbûndermanan û bilindbûna nirxa dermanên azad de bandora xwe hebûye, û herwisa gorî gotina rayedarên rejîma Îranê, dorpêçên lidijî bankan û keştîraniyê bandoreke rasterast di dabînkirina  dermanan û veguhastina  van de heye.