
Rewşa aboriya xelkê Îran û Rojhilatê Kurdistanê roj bi rojê xirabtir dibe û barê jiyanê li ser milê piraniya xelkê girantir kiriye.
Piraniya xelkê şiyana kirîna hewcehiyên xwe çinînin û lewma vê yekê bandor danaye ser bazarê û bi taybetî berhemên werzêrî yên wekî êmîş, petate, badimcan, pîvaz û pincar, û ew berhemanane hinde bê nirx bûne ku hemû xisar dibe û nayête firotin û kîloya her yek ji wan berhemane nirxa vê bo yek ji 10`ê daketiye, lê dîsan kesê şiyana kirînê çinîne, eve jî bûye sedema nerizayetiya werzêran.
Nêzî 3 meh e ku bi hegera belavbûna vîrûsa Koronayê ku sebebkarê sereke ya belavbûna vê jî xudî rejîm bû, xelk bê kar û bê dahat kevtine malên xwe, û jiyana wan gelek dijwar bûye û êdî kesê çi bo nemaye ku bikare hewcehiyên rojane yên xwe bikire û dabîn bike.
Niha piraniya xelkê êdî li ber bê dahatî û bê dirawiyê, nikarin derkevin di nav bazarê de.