Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê Îranê êdî şiyana kirîna tiştên kevin jî çinîne

10:41 - 22 Çirriya pêşîn 2021

Bi hegera rewşa xirabe abûrî, para zafe xelkê Îranê nikare hewcehiyên xwe dabîn bike û şiyana kirîna tiştên kevin jî çinînin.

Roja Pêncşemiyê 21ê Çirriya pêşîn a 2021an, Cêgirê êkitiya Simsara w emanet firoşan ragihand: Bi hegera rewşa xirabe abûrî û desttengiya xelkê, niha êdî xelk nikare û çinîne ku bikare tiştên kevn û deste 2 jî bikire.

Husêyn Heyderaqa herwisa got: Bê karî, bihatî, bê dahatî, rewşekî hinde xirabe abûrî çêkiriye ku êdî xelkê welat netenê nikarin hewcehiyên xwe dabîn bikin û tiştên nû bikirin, belkî şiyana kirîna tiştên kevn û deste 2 jî çinînin.

Bazarên kirîn û firotina tiştên kevn kesade û emrazên nav malê , yan cilûbergên kevn jî wekî Tanakura yê jî kes serdan nake.

Li Îranê de ne tenê xelkê asayî, belkî fermanber û miaşxwerên hikûmetê jî wekî mamosta û perestar, kirêkar û yên dinê …. Bersivderê jiyana xwe ninin û ew hiqûqê ku werdigrin, têra 10 roj xercê malbata wan nake.

Gorî amara xudî rejîmê, hêla hejariyê bo malbatekî 3 heya 4 kesî 10 Milyon Tûmene, lê hiqûqê manganeye tu fermanberekî wekî mamosta û Perestar yan kirêkaran , nagîje 5 Milyon Tûmenî.