
Roj bi roj hejmara qurbaniyên elkola sexte di Îranê de zêde dibe û canê xelkê dibe qurbaniya berjwendîxwaziya hin kesan.
Pêka amarên fermî yên rejîma Îranê hejmara qurbaniyên elkola sexte gihîşte 700 kesan û roj bi roj hejmara wan qurbaniyan zêde dibe û tevî hişdariyan û belavkirina nûçeyan derheq qurbaniyên alkola sexte, hêj xelkê Îranê dibine qurbaniya elkola sexte.
Li ser wê mijarê, Berpirsê Hewcehiyên Lezgîn yên Pizîşkî li Zanîngeha Pizîşkî a parêzgeha Urmiyê, Baqir behramî, roja Şemî 30`ê Xakelêwe, bas ji jehrîbûna 30 kesan û canjidestdana 6 kesan kiriye û herwisa bas kiriye ku kesên qurbanî, 3 jin û 3 mêr bûne, û bajarê Urmiyê ji hemû bajarên din yên wê parêzgehê zêdetir xelk jehravî bûne û hejmara wan 13 kes in, û amara giştî ya jehrîbûna xelkê di wê parêzgehê de bi 30 kesan daye zanîn.
Li destpêka belavbûna vîrûsa Koronayê, dengoya bandora erênî a bikaranîna elkolê belav bû, lê bi hegera tinebûna derfeta fermî ya berhemanîna elkolê di Îranê de, berhemanîn û firotina elkola sexte di Îranê de gihîşte asteke herî bilind û bû sedema canjidestdan, korbûn û derbpêketina sedan kesan di Îranê de.