Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê Îranê ji hêla hejariyê gihîştin bi hêla birçîbûnê

12:09 - 6 Tîrmeh (Temûz) 2022

Li Îranê enflasyon ji sedî 52 bilindbûye û hêla hejariyê derbaskiriye û gihîştiye hêla birçîbûnê.

Mehmûd Camsaz Karnasê Aborî di hevpeyvînekê de li derheq rewşa aborî ya Îranê de hişdarî da û got, eger heta niha behsa hêla hejariyê dihat kirin lê, niha rewş gihîştiye hêla birçîbûnê û welatiyan bilî dest beregirtinê ti çareyek din tinînin û tenê dixwazin ji birçiya nemirin.

Herwisa wî şarerzayê aborî diyar kir: Amarên fermî nîşan didin ku niha 20 milyon welatî ji ber nebûna stargeh û neşiyana kirîn an kirêgrtina avahiyan, derdornişînin û di heyama salekê de nirxên tev hewcehiyan ji sedî 300 bilind bûne.

Camsaz bi rexekirina lêborîna navendên hikûmî ji dana bacê ji aliyê hikûmetê ve got: Bi sedema kêmbûna çavkaniyên pere bona vergitina 527 hezar milyard Tumenî, hikûmet ji xelk û bazariyan re givaşê tîne.

Wî şarezayê aborî, karê paralelî, gendelî û nebûna birêveberiya kêrhatî ji faktorên girîng ên geşebûna kirîza aborî li Îranê de da nirxandin û tekez dike karê  ku serkomar encam dide bê mentiq û hest e û enflasyona heyî digel ti yek ji an karan nayê kontrolkirin û dibe ev pirsgirêk di reha vê de bê çareser kirin.

Şarezayên warê aborî dibêjin eger dewleta Îranê her bi wî awayî berdewam be, metirsiya bilindbûna nirxan a çendîn hember di heyama mehên bê de he ye.