
Di piraniya bajarên Îranê de, wêne û posterên Qasim Silêmanî yê terorîst, têne dirandin.
Rejîma terorîstperwer a Îslamî ya Îranê cehd kiriye, ku Qasim Silêmanî yê terorîst wekî qehreman bo hemû xelkê Îranê bide nasandin, û piştî kuştina wî terorîstî ji aliyê Amerîkayê ve, der û dîvarên hemû bajarên Îranê kirine wêne û posterên Qasimê terorîst, û dest avêtibûn bi afirandin qehreman ji wî terorîstê.
Bûdce û pareyeke zaf hate terxankirin û xerckirin, dehan bernamên taybetî di deng û rengê rejîmê de hatine weşandin, sedan merasim di cihên cuda cuda de hatine lidar xistin, sedan belavok û kovar û pirtûk li ser wî terorîstî hatine nivîsîn.
Hemî ev hewla rejîmê bona qehreman nasandina Qasim Silêmanî yê terorîst bû, lê di hember de, xelkê bêzarbûye ji wê rejîmê, bi dirandin û şewitandina wêne û posterên wî terorîstî û avêtina pirtûk û belavokên li ser wî, di nava paşmavên gemar de, di hemû bajaran de dane xuya ku terorîstek nikare bibe qehreman, û hemû xelkê Îranê, wî wekî cinayetkar û terorîst dinasin.