Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê Îranê qurbaniyê bê îmkanatiyê ne

13:23 - 25 Adar 2020

Xelkê Îranê bi giştî ji dest nebûna xizmetguzariyên tendirustî û hewcehiyên pizişkî di Nexweşxanan û nawendên dermanî de dinalînin. Bi taybetî niha ku belayeke weke Vîrûsa Korona yê ketiye Îranê û mixabin heçî rojê Sedan kes wê nesaxiyê digrin û bi wê hegerê canê xwe ji dest didin.

Di Nexweşxanan de, gorî hewce Tex çinînin, Gaza bona lêdana nefesê bi nexweşan çinîne, alav û emrazên test û ceribandina nexweşan çinîne, bi giştî çi hewcehiyek dest nakeve û heçî Nesaxek serdana Nexweşxane û nawendên dermanî dikie, gelek tûşî pirskirêk û arîşeyan dibe.

Duktor Silêmanî serokê Nexweşxana Sidduqî li bajarê yezdê wiha dibêje:

Di Dermanxanan de çi yek ji hewcehiyên bona xwe parastina ji koronayê dest nakewe, bo mîna Mask, Lepik, Madeyên paqijkirinê, û bi giştî derzî û derman destnakevin.

Pêka axivtin û gilî û gazindên pizişkên dilsoz, bê guman her ev bê îmkanatiyeye ku dibe sedema zêdetir bûna amara qurbaniyan.

Xelkê îranê û Duktor û pizişkan jî êdî çi hiviyek bi dabînkirina îmkanatên hewce ji alîyê rejîmê ve nemane, lewma bang ji xelkê dewlemend dikin ku hewara xelkê belalêdayî ye Welat de werin.