Roja Pêncşemî 13ê Sermawezê Serokê Encûmena Xwarinan yê rejîma Îranê “Celaleldîn Mîrzayî Rezaz” li derheq xwarina natendurist liÎranê huşdarî da û got: “Xelk bi sedema pirisgirêkên aborî nikarin xwarinên wekî “berhemên Proteînî, berhemên şîr, êmiş û pincar” bikirin, lewma neçar in bo xwarina xwe ji “Kerbohîdratan û rûn” mifahê werbigrin.
Navbirî gotiye: “Bi sedema vê yekê ku me sîstemek zîrek di beşa subsîdê de tinîne, ew hevkariya malî ya hikûmetê ku bo xwarina qatên serî yê civakê daniye qata xwarê jî mifahê jê sûbsîdê werdigire.
“Mîrzayî rezaz” di berdewamiyê de gotiye: “Berê me biriyar dabû, pereyekê bo malbatên hejar dabîn bikin ku bikarin beşek ji bpirsgirêkên xwarina xwe bi wî perteyî çareser bikin, lê wan malbatan bi sedema pirsgirêkên jiyanê neçar in wî pereyî bo çareserkirina pirsgirêkên xwe yên din xerc bikin.
Xwarina natendurist karlêkeriyek gelek xirab li ser jinên ducan û temenê xwenasîna zarokan heye.