Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê Îranê wê midehê zêdetir çekan dikirin

13:39 - 30 Tîrmeh (Temûz) 2020

Xelkê Îranê îsal zêdetir ji her demekî dinê çekan dikirin û kê pê çêbe bo xwe çekê dikire

Gorî zaniyariyan ewa mideheke ku kirîn û firotina çekan bi taybetî di bajarên mezine Îran ê de germ bûye, ewa jî bûye sedem ku nirxa çekên gerim yên sivik çend qat bilind bibe.

Herçiqas rejîm bi hemî cehda xwe ve dixebite da ku bikare pêşiya xelkê bigre daku nekarin çekan dest xwe bêxin, lê bi wî halî jî êdî xelk bi awayê eşkere di hinek bajaran de kirîn û firotina çekan dikin.

Rejîm baş dizane ku xelk wan çekane bo berevaniya xwe dabîn dike, û hekî wê carê serhildan hebe egera bikar anîna çekan ji aliyê xelkê ve heye.

Bi taybet di parêzgehên Kirmaşan û Loristanê de egera hindê heye ku nêzîk bi hemî xelkê niha çek hebin, wê yekê jî tirs û xofekî mezin xistiye nava deshilatdarên rejîmê.

Her lewmaye ku rejîm wan rojan kevtiye tirsandina xelkê û dengoya wê yekê belaw dikin ku hekî çekekî rê pênedayî dest yan mala kesê de bigrin, dê cezayê giran bi ser de bisepînin.