
Rejîma Îranê bo sansorkirina naveroka Kurdî ya cêjna Nerwrozê hewl dabû ku rêûresmên Newrozê bi xwe bi rê ve bibe û tevî hemû hewlên rejîmê, xelkê beşdarî di rêûresmên Newroza hikûmetî de nekirin
Pêka wêneyên belavbûyî li ragihandinên girêdayê rejîma Îslamiya Îranê, di rêûresma Nerwrozê ku rejîma Îranê li “Taqwesan” a bajarê Kirmaşanê bi rê ve biribû, piraniya kursiyên beşdarbûna xelkê vala bûn û rejîma Îranê di rakêşana bala xelkê bo rêûresma Newroza hikûmî, rastî şikestê hatiye.
Tevî ku rejîmê, birêbvebirina rêûrersmên Newrozê ji aliyê xelkê ve qedexe kiribû û hewldabû ku rêûresmên Newrozê bi xwe bi rê ve bibe û naveroka netewiya Kurd ji wan rêûresman de sansor bike, xelkê Rojhilatê Kurdistanê bi birêvebirina bi şan û berfireh a kulek Çarşemiyê bi rejîma Îranê re dane xuya ku hay ji pîlanên rejîmê hene û di rêûresma Nerwroza hikûmetî de beşdarî nekirin û bi xwe li ser kolan û li ser şeqaman bi rê ve birîn.
Ew yek şikestek din a rejîma Îslamiya Îranê li hember îradeya xelkê Rojhilatê Kurdistanê ye.