Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê Kotolê hêj jî di bin xîvetan de dijîn

12:09 - 11 Nîsan 2021

Salekê zêdetir e ku bi ser erdheja 5.7 rîxterî a devera “Kotol” a ser bi parêzgeha Urmiyê re derbas dibe, lê hêj xelkê wê deverê jiyana wan digel pirsgirêkan rû bi rû ye û di nav xîvetan de dijîn.

Di 4ê Reşema sala 1398an erdhejek bi bihêziya 5.7 rîxtirî devera “Kotol”ê û derdorên wê hejand û zirar û ziyaneke zêde gihişte xelkê wê deverê û 43 gund rastî ziyanên zêde hatin û mal û avahiyên wan wêran bûn û nêzî 500 ser pez û ajelên wan ji nev çûn.

Bilî alîkareiya xelkê Rojhilatê Kurdistanê, rejîmê ti alîkariyek wisa neda wê deverê û çendîn sozên direw ku dabûne xelkê yek ji wan sozan jî cî bi cî nekirin.

Xelkê wê deverê dane zanîn ku, alîkariya xelkê medenî jî têra wan nekiriye û beşeke zêde ji xelkê wê deverê di bin xivetan de dijîn û rewşa wan pir xirab e.

Xelkê wê deverê dîsan daxwaza alîkariyê li xelkê medenî û xêrxwazên Kurdistanê kirine ku alîkariyê bidine xelkê zirarberketî yên wê derê, û dane zanîn rejîmê ti alîkariya wan nekiriye û ew heta niha jî di nav xîvetan de dijîn.