Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê Kotolê herwisa bê mal û hal dinalînin

12:29 - 26 Gulan 2020

Zistana derbasbûyî ku bi hegera erdhejekê piraniya gundên devera Kotolê xisarên mezin ber kevtin û hezaran mal herifîn û xelk rastî rewşekî gelek dijwar hatin, zêdebarê qewl û sozên rejîmê ji bona dana xisara xelkê û yan çêkirina avahî bo xelkê lêqewimî, heya niha jî tu cure alîkariyek bi wan re nehatiye kirin û niha jî xelkê dehan gundên devera Kotolê di bin xêvet û naylonan de bi perîşanî derbas dikin.

Xelkê xisardîtî yên Kotol, ku bê mal û hal mane, tenê xelkê Kurdistanê bûn ku bi pêkanîna kempeynan, alîkariyên wekî, xwarin, kinc û alavên germkirinê, petû û xêvet bo wan kom kirin û gihandine destên wan, piştî hingê êdî Kotol bi temamî hatiye jibîrkirin.

Wan rojan bi hegera barîna baranekî zaf û rabûna lehiyê û rabûba bayekî tund li zaf cihên herêma Kotol, mixabin xelk hinde dinê zêdetir perîşan bûye.

Xelkê Kotolê niha jî di bin naylonan de dijîn, zaf gund niha jî xelk bi bê îmkanat û hewcehiyên jiyanê dijîn.

Ji aliyekî din ve jî tirajêdiya mezin ev e ku xelk ji ber bê serpenahî, bê karî, bê îmkanatî û belengaziyê, dever û gundên xwe berdidin û koçberî bajarên dinê dibin, eve jî dibe sedem ku demografiya wê herêmê bête guherîn.

Rejîmê her di destpêka erdhejê de qewl û soz dabûn ku dê avahiyên wan yên xirabbûyî ava bike û alîkariyê bide wan, lê heya niha hemû sozên rejîmê vir û direv derkevtine.