
Li piraniya bajarên Kurdistanê kes li sitadên berbijêran de beşdariyê nake.
Li bajarê Bokanê xelk henekên xwe bi teblîxatên Îbrahîm Reîsî û berbijêrên din dikin.
Xelkê bajarê Bokanê dane zanîn: “Hin caş û bikirêgirtiyên rejîmê ku xwe bo Şêwreya bajar berbijêr kirine, mifahê ji kincên Kurdî û axabano û pêlavên Kilaş werdigrin, û ew kesane dest li dizî, talankirin û …hwd de hebûne û ew bo xelkê Bokanê hatine nasîn”.
Xelkê bajarê Bokanê agir berdane binêrên Îbrahîm Reîsî û ew şewitandine.
Xelkê bajarê Sineyê jî binêrên berbijêran li ser dîvaran dirandine.
Her di vê derheqê de, endam û alîgirên PDKÎ, li bajarê Şinoyê bi hilkefta salvegera hemaseya Qereseqelê di peyamekê de daxwaz ji xelkê Şinoyê kirine ku di şanoya hilbijartina rejîmê de beşdariyê nekin û na bêjine wê rejîma cinayetkar.
Herwisa gotine, dengdan bi rejîma cinayetkar xiyanet e bi xwîna şehîdên Qereseqelê.
Ji aliyek din ve jî, endam û alîgirên PDKÎ, li bajarê Rewanserê digel şehîdên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û şehîdên wê dawiyê şehîdan “Hadî Şêxe û Eyûb Sultanî” peyman nû kirin û dane zanîn ku ew dê heta gihîştin bi armancên şehîdan xebata wan bidomînin.