Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê Kurdistanê alîkariyan bo xelkê Luristanê dişînin

17:40 - 9 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Xelkê Kurdistanê bo nîşandana hevxemiya xwe û piştevanîkirin li xelkê zirar berketî yên Luristanê, alîkariyên xwe gihandine bajarên zirar berketî yên Kurdistanê.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, xelkê Kurdistanê, alîkariyên xwe bo xelkê zirar berketî komdikin û bixwe wan radestê xelkê dikin.

Nûçegihanê malpera “Kurdistanmedia”yê, di raporekê de daye xuyakirin ku, ji aliyekê xelk alîkariyên xwe bo hevwelatiyên zirarberketî dişînin bajaran, û ji aliyekî din jî, rejîm hêzên xwe bo bajarên zirarbeketî vediguheze.

veguhastina hêzên dije şoreş ji aliyê rejîmê, vê yekê nîşan dide ku, rejîm tiris ji xelkê heye ku, derheq xemsariyên rejîmê xwenîşandanan lidar bixînin.

Bi cihê ku, rejîm piştevanî û alîkariya xelkê zirarberketî bike, di xirabtirîn rewşê de, di fikra serkutkirina xelkê hejar de ye.