
Xelkê çendîn gundên girêdayê bajarê “Selmas û Urmiyê”, alîkariyên xwe gihandine xelkê zirarberketî yên devera Kutolê.
Roja Înê, 9`ê Reşemê, gundên “Memekan, Gêçe û Gengeçîn”ê yên girêdayê devera Soma û Birdaost a ser bi bajarê Urmiyê, alîkariyên xwe gihandine xelkê devera Kutolê, û piraniya alikariyên wan ji xwardemeniyên wekî “nan, qend, rûn, birinc, konserv” û gelek hewcehiyên din bûn.
Herwisa li gelek şehrekên Urmiyê, yên wekî: “Welîesir, Îslamava û Kuştargeh”ê jî, alîkarî dane xelkê zirarberketî yên devera Kutolê.
Sir û seqema demsala zivistanê, gefê li xelkê malwêranbûyî yên wê deverê dixwe, û tevî hewcehiya wan bi xwardemeniyan, hewcehî bi emrazên gerimkirinê yên wekî nefta sipî, petû, sobeyên neftî û…hwd hene.
Piştî erdheja malwêranker di deverên girêdayê bajarên Selmas û Xoyê de, xelkê xisarberketî yên wan deveran hewcehî bi alîkariyên taybet hene, piraniya gund û bajarên Rojhilatê Kurdistanê hewla alîkarîyê dane, lê rejîma Îranê alîkariya hewce û bi cih, nedaye wan xelkê xisarberketî.