Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê Kurdistanê bi hawara xelkê zirar berketî de diçin

13:43 - 4 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Xelkê bajarên Kurdistanê di hewleke xwebexş de,bi hawara xelkê zirar berketî yên parêzgeha Luristanê diçin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, piştî, barana gurr û rabûna lehiyê li bajarên Kurdistan û bi taybet Luristan, û girîngî pê nedana berpirsên rejîmê bi rewşa vê deverê, bi taybet parêzgeha Luristanê, xelkê bajarên din yên Kurdistan bi pêkanîna kempêynekê û bi awayê xwebexş, hewla komkirina hewcehiyên destpêkî bo xelkê lê qewmî yên parêzgeha Lursitanê dane.

Piştî bangeşeya kempêyna  bi navê “Zagros çavnihêrê meye” roja Çarşemî 14`ê Xakelêweyê, ev kempêyna  li meydana “Bawereş” a bajarê Merîwanê bi awayekî xwebexş bo komkirina alîkarîdana  xelkê zirar berketî yên parêzgeha Luristanê dest pê kirine.

Her di vê pêwendiyê de, xelkê bajarê Kamyaranê, di hewleke xwebexş de,  destkirine bi komkiria alîkariyan bo xelkê Luristan û Kirmaşan û Îlamê, ku bi vî awaiy hevxemî û hevderdiya xwe digel xelkê zirar berketî yên  wî bajarî nîşan dan.

Herwisa li bajarê “Sine” xelk bi hawara xelkê lehî lêdayî  çûn, û bi komkirina alîkarî û hewcehiyên destpêkî, hevxemiya xwe bo xelkê Luristanê nîşan dan.