Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê Kurdistanê bona berevanîkirin digel Koronayê dest bikar bûn

11:13 - 2 Adar 2020

Xelk benda kiryarên rejîmê namînin û bona berberekanî digel vîrûsa Koronayê, destbikar bûne da ku nehêlin xelk zêdetir tûşî wê nesaxiya cihê tirsê bibin.

Xortekî Kurd ê xelkê bajarê Merîwanê, bi awayekî xwebexşane û li pêxema parastina xelkê bajarê xwe ji Koronayê, dest kiriye bi amadekirin û dana maskan bi bê beramber bi xelkê Merîwanê re.

Ew xortê xemxwar ê Kurd yê  bajarê Merîwanî, madeyên hewce bo çêkirina mask, an ku “berdevkan” dikire û maskan çê dike û li ser kolanan pêşkêşê xelkê dike.

Herwisa li bajarê “Abdanan” a ser bi parêzgeha Îlamê jî, çend xortekî xwebexş bi komkirina pare di nav xelkê dewlemend ên wî bajarî de, diçin “madeya dije baktirî û paqijkirin”ê dabîn dikin û di nav bajar digerin û her cihek hewce be dermanrêjî dikin, bi taybetî wekî cihên giştî ku xelk rojane neçarin serdan bikin, wekî abir Bank, nanvaxanan, pombenzîn, firûşgehên mezin û cihên din yên giştî dermanrêj dikin.

Xelkê Îranê bi giştî û xelkê Kurdistanê bi taybetî, baş agehdar bûne, ku rejîm di xema kesê de nîne, ne tenê berahîka nesaxiyan nagire, belkî sebebkarê dehan nesaxiyan e ku bikare xelkê bi derd û rojreşiyan ve mijûl bike, lewma xelk her bixwe destbikar bûne bo pêşî girtina vîrûsa Koronayê.