Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê Kurdistanê di gel rêbaz û armanca şehîdan peyman nû kirin

10:59 - 21 Adar 2019

Kurdistanmedia: Xebatkar û dirêjederên rêya azadiyê, li Xakelêwe dema şehîdkirina “Pêşewa Qazî Mihemed”, serdana qebira rêberê Komara Kurdistanê kirin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera Nûçegihaniya “Kurdistanmedia”yê, keç û xort û xelkê xebatkarên Kurdistanê, di cejna newrozê de, serdana qebra“Pêşewa Qazî Mihemed û Seyf û Sedrê Qazî” kirin.

Qehremanên Demokrat û dirêjederên rêya azadiyê, di wê serdanê bo ser qebra Pêşewa de, tevî peyman nû kirinê, di gel rêbaza şehîdan, û soz dan ku, heya dawiya jiyan xwe emegdarê rêbaza şehîdan dimînin.

Şehîd kirina “Pêşewa Qazî Mihemed” û hevalên wî, li Befranbara 1325`an bi awayekî veşartî dest pê kir, û “Pêşewa Qazî Mihemed”, di dadgeha nimayêşî a serdemê rejîma Şah de, bi awayekî bivêrane berevanî ji xwe û komara Kurdistan û herwisa mafê neteweyî yê gelê xwe kir, herçend ku karbidestên leşkerî yên dadgehê, hewldan da ku, Pêşewa Qazî Mihemed bi wê bîr û baweriya ku heye poşman bikin, lê Pêşewa Qazî Mihemed bi lêhatî û zanabûna xwe ev dadgeh a nimayêşî şikest da.

Rêkefta 3`ê Rêbendana 1325`an “Pêşewa Qazî Mihemed û Seyf û Sedrî Qazî” ku, li dadgeheke rejîma Şah de, li ser wan de hatibû sepandin, li sibêdeha 10`ê Xakelêwa 1326`an (31`ê Adara 1947`an) de, Damezrêner û Serokê Komarê Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî, îdam kirin.