
Kurdistanmedia: Xelkê têkoşerê Kurdistanê bi piştevaniya Pêşmergê Kurdistanê û peymannûkirin digel rêbaza Hizba Demokrat, li ser birêvebirina çalakiyê teblîxî berdewam in.
Li gor rapora ku gehiştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, têkoşerên Demokrat li bajar û gundên Kurdistanê de li bereberê 26-ê Sermawezê roja Pêşmergê Kurdistanê, bi belavkirina tirakt û posterên taybet bi wê rojê, yekdengî û yekîtiya xwe digel Pêşmerge ragehandin.
Li bajarê “Sine”ya qehremanperwer têkoşerên Demokrat bi belavkirina tirakt û posterên taybet bi roja Pêşmerge, pêşwazî ji wê rojê kirin, û rêz ji wê roja dîrokî rirtin.
Hevdem li bajarên “Merîwan, Mehabad û Şino”yê, endam û alîgirên Hizba Demokrata Kurdistan a Îranê bi birêvebirina çalakiyên teblîxî ên curbicur wekî nûsîna dirûşiman, bilindkirina alaya Kurdistnê û wêneyên taybet bi roja Pêşmergê Kurdistanê, rêz û emegnasiya xwe bi Pêşmerge ragehandin.