Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê Kurdistanê digel rêbaza şehîdên “26ê Xermanan”ê peyman û emegnasiya xwe nû dikin

13:14 - 14 Îlon 2020

Endam û alîgirên PDKÎ li bajarên “Bokan û Sine”yê, bi hilkefta salvegera terorkirina şehîd Dr. “Şerefkendî” û hevalên wî, bi lidarxistina çalakiyên banghêjî, wefadariya xwe digel rêbaza rêberê xwe, nû kirin

Endamên PDKÎ di bajarê Bokanê de, di taxên “Mehmûd Ava, Cemuxe, Seydava, Şarîkend” û gundên “Qacir, Tepî, Qerelî, Haşiyabad, Paşbilax, Serbaxçe û Baxç Gewre” û herwisa li ser piraniya tabloyên rêya gundan, bi hilkefta “26ê Xermanan”ê çalakiyên banghêjî lidar xistin.

Herwisa di bajarê “Sine”yê de, “Pêşmergên Bajar” bi lidarxistina çalakiyên banghêjî bi hilkefta salvegera terorkirina Dr. “Şerefkendî”, bîr û yada wî rêberê mezin bi bilin ragirtin.

Di wan cihên bajarê Sineyê de çalakiyên banghêjî hatine lidarxistin wiha ne: “Şareka Nesahî, pişta Îtila`at û Fermandehiya hêza Întizamî, Bilwara Azadigan, şeqama 55, sêrêya Xaweran û şeqama Sîlo ya qedîm”.